Karbidestên Rûsî û Îranî çar rêkeftinên hevkarî mor kirin piştî kombûneka hevbeş ya aborî li Tehranê.
Karbidest dibêjin herdu welat têkeliyên xwe li kerta enerjî pêşde bibin.
Wezîrê enerjî Sergei Shmatko serokatiya şanda Rûsî dike li kombûnên Tehranê.
Wezîrê derve yê Tehranê Manûçehir Muttekî got ew kombûn delîveka baş e bo Îran û Rûsya da ku têkelî û hevkariya du-alî pêşde bibin.
Roja şembî, Shmatko got yekem navenda navokî ya Îranê di demeke nizîk de kar dike. Shmatko got ava kirina navenda Buşehir bi dawî hatiye û nuke dê hête ceribandin.