Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carnegie Endowment pirsa Kurdî li Tirkîye şirove dike


Rêkxistiya Carnegie Endowment ji bo Aştiya Nêvneteweyî roja sêşembî kombûneka taybet li Washington derbarê pirsa Kurdî li Tirkîye lidarxist.

Di wê kombûnê de her yek ji Henri Barkey, Steven Cook, Kemal Kirişci û Carol Migdalovitz bizavên hikûmeta Tirkîye ji bo çareser kirina pirsa Kurdî şirove kirin. Şarezayên pişikdar di wê kombûnê de hevbîr bûn ku piroseya çareser kirina pirsa Kurdî, piroseka dem-dirêj e û renge rû bi rûya astengên mezin bibe.

Şarezayê rêbaza derve Henry Barkey di beşekê gotara xwe de got ku başbûna têkeliyên nêvbera Kurdên Îraq û Tirkîye karvedaneka erênî heye ji bo çareser kirina pirsa Kurdî li Tirkîye.

Serok wezîrê Tirkîyê Recep Teyyip Erdogan roja şembî ligel serok Obama kom dibe û karbidestê Civata Têkeliyên Derve Steven Cook got ku têkeliyên nêvbera Enqere û Hevlêrê li kombûna nêvbera Serok Obama û birêz Erdogan dihête bas kirin.

Hevkar Ahmed Barzanî di wê kombûnê de amade bû raportek amade kirye, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG