Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO piştevanîya stratejîya serok Obama bo Afganistanê dike


Sekreterê Giştîyê NATOyê Fogh Rasmussen dibêjît welatên endamên NATOyê piştevanîya stratejîya nû ya serok Barack Obama bo Afganistanê dikin û bi kêmîve 5000 sebazên zêdetir dihinêrine wî welatî yê bi şerr wêranbûyî.

Berpirsê NATOyê evro çarşembîyê li Brukselê got pêdivîye hemwelatên NATO bizavên zêdetir bikin li şerrê dijî Talîban û El Qaîde, eger bivêt Afganistan bi dirustî tenha bit.

Hevdem Talîbanê ragihand ku hinartina serbazên nêvnetewîyên zêdetir bo Afganistanê bi tenê hêza berevanîya Talîbanê bi hêz dike.

Herwiha Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki Moon got biryara serok Obama bo hinartina 30 hezar serbazên zêdetir biryareka zor zehmet e belê pêdivî bû.

Kumandarê Hêzên Amerîkî û NATOyê li Afganistanê General Stanley McChristal got eşkerayî pêgirî û rijdî li gotara serok Obama hatin bahs kirin ku zor girîngin ji bo jinav birina hewangehên terorîstan ku yêt bûyîne gefe bo ser tenahîya herêmê u cîhanê.



XS
SM
MD
LG