Polîsê Pakistanê dibêje hin çekdar evro eynî hêrîş kirine
ser mizgeftekê li nêzî bingeha leşkerê welatî û di encamê de bi kêmîve 35 kes
kuştine û zêdeyî 40 kesan jî birîndar kirine.
Televizyona dewleta Pakistanê dibêje karbidest hêjta li hêrîşberan digerin.
Hêrîş li Ralawlpindî ya li derveyê paytext Îslamabadê qewimîye di dema bi dawî
înana limêja eynî li nav mizgeftê.
Karbidestekî polîsên xwecihî dibêje dema mela limêja înê bi dawî anî du sê
çekdar ketine nav mizgeftê û gulle berdane ser xelkê û piştî wê jî narincokan
avêtine nav mizgeftê ku bi dengekî bilind teqîyane.
Rojek berî vê yekê, êrîşberekî xwekuj du nobetdar
kuştin û 11 kesên din jî birîndar kirin li bingeha deryayî ya Pakistanê li
Îslamabadê.
Ji meha 10 heta niha ku hikumet dest bi kiryareke leşkerî kiribû li dijî
Talîbanê bi tundûtûjîyeke her diçe zêde dibe li Pakistanê bi sedan kes hatine
kuştin.