Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton dibêje ew bi nêrîna
hevalbendên NATOyê dilxweş bûye li ser plana serok Obama ya hinartina hêzên
zêde bo Afganistanê.
Wezîra Derve Clinton îro înîyê gihîşte Brukselê û li ber e li gel Wezîrên
Derveyên NATO û Sekreterê Giştîyê NATO Fogh Rasmussen kom bibe.
Xatûn Clinton gote peyamhinêran ew li bendê ye ku daxuyanîya zêdekirina hêzên
leşkerî bête dayîn.
Clinton dîyar nekir çaverêyê çiqas hêzên leşkerî ye lê diplomat dibêjin
Washington daxwaza 10 hezar hêzên zêdekirî kirîye ji hevalbendên xwe.
NATO roja pêncşemê daxuyandibû ku pirtirî 20 welat plana şandina nêzîkî pênc
hezar hêzên zêdekirî dikin.
Berdevkek NATOyê got endamên rêxistinê bi zelalî eşkere kirin ku dixwazin
piştgirîya plana serok Obama ya hinartina 30 hezar hêzên nû bo Afganistanê
bikin.