Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistana Iraqê
nameyekê bo du kesayetîyên olî û siyasî yên
Îranî Ayetullah Huseyn Muntezirî û Hucetulîslam Mehdî Kerrubî hinartine
û têda dawa dikin rexne le sêdaredana çalakvanên siyasî digrin. Hewkara me Muteber Şîrwanî digel Îclal Qîwamî
peyivdarê Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê hevpeyvînekê kirîye.
Di hevpeyvînê de birêz Qîwamî dibêje jiber ku Ayetullah Muntezirî di demên
buhurî de tenê ew kes bû ku karibû îtiraz li îdam anjî jidest stendina mafên
siyasî yên girtîyan dikir, herwisa Mehdî Kerrubî jî dîsa paş hilbijartinên
Îranê karibû wek şexsê xwe îtîraz bike ji ber wê yekê jî me ev name ji wan re
şandîye ku bêjin nabe mirov li ber îdam kirina Îhsan Fettahyan û 14 Kurdên din yên
ku di bin hukmê îdamê de ne bê deng bimîne.
Rêzdar Qiwamî dibêje hin ji wan 14 girtîyan li girtîxana navendî ya Sine ne hin
ji wan li girtîxana navendîya Urmîye ne û hin jî li Evîna Tehranê ne.
Peyivdar Îclal Qîwamî dibêje rewşa Zeynebî Celalyan gelek cihê metirsîyê ye
jiber ku hukmê sêdaredana wê li van roja ji alî Dîwana Bilind ve hatîye teyîd
kirin.
Rêzdar Qîwamî dibêje mesele tenê sebaret bi Kurdistanê nîne heçende em
Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê ne jî mesela îdamê çi li Kurdistan çi li
Belucistan, çi li Xuzistan li her cihekî Îranê di bin metirsîyê de ye ku dê ew
girtî bêne îdam kirin.
Gelî guhdaran ev hevpeyvîn di bernama 8ê serê sibêhê de li ser rûpela Audioyên
Kurdî ya malpera me de hatîye belave kirin.
Hûn dikarin li nav wê bernamê guh bidine dirêjahîye vê hevpeyvînê.