Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîyeke Rewingan li Bangladeşê Binav Bû


Li Bangladeşê, di encama binav bûna gemîyeke de, bi kêmî ve 38 kes hatine kuştin. Tê ragihandin, ev rûdana duyê li heman heftê, jiber zede bûna rewingên keştîyê qewimîye.

Polîs dibêjin, belem roja Înî sibede, li belemeke din qelibîye û di encamê de wergerîyaye û binav bûye. Polîs her wiha didine zanîn, li keleka ser çemê Daira ya 100 kîlometre dûrî paytaxt Dhaka, nêzîkî 100 rewîng hebûn.

Rûdanên keştîyan li Bangledaşê belavê ne û sedema wê jî, kêm bûna pîvanên ewlehîyê ye. Sîwar bûn zedetir rewîngîyan jî, yek jî egerên serekî ya rûdanên wî rengî ne.

Hefteya borî jî 83 kes hatibûn kuştin, dema gemîeyeke 3 qatî li ser rûbarê Tetulia ya Girava Bhola binav bûbû. Karbidest ragihandibûn, li gemîya bo 650 kesan, zedeyî 1500 nefer sîwar bûbûn.

XS
SM
MD
LG