Karbidestên ewlehîyê li Hîndîstanê dibêjin, rêberekî girîng ya tevgereke cihêxwaz li wî welatî hate desteser kirin. Karbidest dibêjin Arabinda Rajkhowa, serokê Enîya Rizgarîya Yekgirtî ya Asom vê heftê li Bangledeşê hatîye desteser kirin û roja Înîyê sibe, bo Hîndîstanê hate radest kirin.
Tê ragihandin, Hîndîstan Rajkhowa li cîyekî dûr dest ya tixûbê Hîndîstan û Bangladeşê wergirtîye, ligel alîkarê qûmandarê leşkerî ya partîya wî, zerevanek û 7 endamên malbata wî.
Grûba Rajkhowa ya ULFA, ji 20 salan vir ve şêrê dikir, jibo damezrandina welateke serbixwe jibo gelê Assamese ya nijadî li rojhilata bakûra Hîndîstanê. Di şêr û pevçûnan de nêzîkî 10 hezar kes mirîbûn ku piranîya wan sîvîl bûn.