Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Amerîka Nêzîkî Rekeftineke Çêkan Dibin


Wezareta Derva yê Rûsya dibêje, Rûsya û welatên Yekgirtî nêzîkî rekeftineke dibin, bo guhartina peymaneke çêkên navokî ya heyî.

Wezaret, roja Înîyê bi daxûyanîyeke ragihand, karên amadekarîyê bo îmza kirna peymanê, digegeheje qonaxa dawî.

Nûnerên Rûsya û Amerîka li Geneva xebatê dikirin, jibo guhartina Peymana Kêmkirina Çêkên Stratejîk ya 1991ê, ku bi navê SMART tê nasîn û roja Şemîyê bi dawî tê.

Peymana nû hazirkirî ji Amerîka û Rûsya dixwaze, her 2 alî çêkên xwe yên navokî û sîstema xebitandina wan çêkan bêtir kêm bikin.

Serokê Amerîka Barack Obama û Serokê Rûsya Dmitri Medyedev li kombûneke Moskowayê, lihev kirîbûn ku, wekî xaleke payman nû, sere çêkên navokî kêmtir bikin, li nav 7 salên pêş.

Jibo derbaz bûna peymana nû, divê Senata Amerîkî û Dumaya Rûsî vê rekeftinê erê bikin.

XS
SM
MD
LG