Karbidestên navokî yên Îranê dibêjin Tehran dê tinê kêmek zaniyarîan li ser demûdezgehên zaxkirina uranyumê tevi Ajansa Navokî ya Netewyên Yêkgirtî parve bike.
Dezgehên fermî yên ragehandina Îranê, roja Înî ji Abolfezl Zohrehvend veguhastîye, ku dibêje Îran IAEA agehdar nake li ser bingehên nû yên zax kirinê, heta 6 mehan berî ew destbi berhem aninê bikin. Ew ji, li gorî rêw û şûnên jêr qanûna IAEA ya berê bûn.
Wê saziyê piştî hingî rênimayên xwe berfireh kirine ku ragihandina bingehên nû yên navokî bigire xwe dem û dest ku pilana wan hate darêtin. Lê, Îran dibêje, wê ew gorînkariye li sala 2007ê red kiriye.
Endamên IAEA vê dawiyê dengdane yaddaşt nameyek serzeniş kirina Îranê liber çê kirina demûdezgehek zax kirina uranyumê serbarî yêkek din ku kar dike. Îran bersîvek red daye wê biryarê û ragihand ku plan dike 10 bingehên din jî ava bike.