Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rusya agir bi klubeke şevane ket û di encamê de 102 kes hatine kuştin


Desthilatdarên Rusya xwedî û serperestê wê kluba şevane girtîne cihê ku têda di encama agirkeftinekê de roja şembîyê zû 102 kes hatine kuştin.

Karbidest dibêjin ew du hatine desteser kirin li ber zêdegavîya li ser rêboçûnêt parastina li hember agirî li kluba şevane ya Lame Horse li bajêrê Perm.

Wê klubê agir girt demê bane wê yê plastikî di encama tiştê dibêjinê yarîyên agirî yên sar ku gelek caran germayîya wan kêmtir e ji hindê bikarin bibin sedema agirî, agir têkeft.

Alîyê kêm 134 kes jî dinav vê bûyerê de birîndar bûne. Vîdyoyên wê klubê nîşan didin bane wê agir têkeft û berpirsên klubê weku xuya demûdest pê ne hissîyane ku agir keftîye wî cihî, lê piştî hingî jî xelkê bi qerebalix rû kire dergehê, çûne der klubê.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG