Hevjîya hemwelatîyê Amerîkî Robert Levinson
daxwazê li Îranîyan diket alîkarîyê bikin bo peydakirina havserê wê ku nêzîkî
du salan berî niha li Îranê berze bûye.
Demê li ser tora dengûbahsêt Farisî yêt Dengê Amerîka di axivît xanim Levinson
bi awayek rastewxo daxwaz li xelkê Îranê û herwisa li xelkê xwedî bi pêzanînêt
Îranê di wî warî da kir ku pêywendîyê bi karbidestêt Amerîka ve bigrin û wê got
Îranî ji malbatê têdigehin û dizanin ka ew çawa girîng e.
Robert Levinson karmendek berê yê lêkolînêt
Buroya Federalî FBI bû dinav seredanek kardarîyê da bû bo girava Kîş ya Îranê
demê ew li meha sê sala 2007 berze bûyî û ew babe heft zarokan e.
Wezareta Derveya Amerîka û Seraya Sipî roja pêncşembî daxwaz li hikumeta Îranê
kirin ku her zanyarîyek li ser cihê Levinson lê heyî hebin bidin dest wan.