Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çaverê tê kirin ku li roja Xwendekaran li Îranê xwenîşandanên dijî hikumetê çêbibin


Çaverê tê kirin ku piştevanên opozisyonê li Îranê li roja Niştimanî ya Xwendekaran ku dikeve roja duşemê, xwenîşandanên dijî hikumetê encam bidin li demekê ku karbidestên hikumetê huşdarîya tepeserkirina seranserê xwenîşanderan daye.

Birêvebirê Şuraya Nîgahbana bi dethilata Îrane roja eynî ji xebatkarên opozisyonê re ragihandîye ku xwenîşandan li roja Xwendekaran encam nedin û herwisa got pêngaveke bi vî awayî dijminê Îranê Welatên Yekgirtîyên Amerîka dilxweş dike.

Di gotara xwe ya roja eynî de li Zanîngeha Tehranê Ayetullah Ahmed Cennetî got roja xwendekaran divê ku li dijî Amerîka be ne di xizmeta Amerîka da.

Ev roja salvegerane ya xwendekaran jibo rêzgirtina sê xwendekaran e ku li heftê meha 12 ya sala 1953 ji alî hêzên asayîşa Şah ve ku Amerîka piştevanî lê dikir hatibûne kuştin.


XS
SM
MD
LG