Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêpirsîna Karbidestên Leşkerî li Tirkîye


Dozgerên Tirkî destbi lêpirsîna 3 karbidestên leşkerî ya karkenar kirin, li ser plana hilweşandina hikûmeta wî welatî ya bi rengên Îslamî.

3 qûmandarên karkenar bûyî, General Aytaç Yalman, Serqûmandarê Hezên Esmanî General Îbrahîm Firtina û Serqûmandarê Hezên Deryayî Admîral Ozden Ornek, roja Şemîyê derketin pêş dadgehê.

Berê jî, li hember çend karbidestên leşkerî doz hatibûn vekirin, jiber destkarîya wana plana veşartî ya hilweşandina hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinêango AKPyê.

Ew bi endamîtîya grûbeke hatine tawanbar kirin ku, bi rîya bombe kirin û kuştinan bizava hilweşandina hikûmeta dikir. Dozger dibêjin, tora Ergenekon dixwest, li hember hikûmetê darbeyeke leşkerî pêk bîne.

XS
SM
MD
LG