Nameyek
ku ji layê serokê yekê yê Welatên Yekgirtîyên Amerîka George Washington ve hatîye
nivîsîn li mezadê li New York bi 3 milyon û 218 hezar û 500 dolaran hate
firotin.
Ew nameye li sala 1787 serok Washingtonî jibo nevîyê xwe nivîsîbû ku têde behsê
bicîh înana reşnivîsa destûra nû diket.
Ew nameye eve pitir ji 100 salan e ji dayê bab û kalên Washingtonî ve hatibû
parastin.
Bi alîyekî dî ve kopîyek ji pirtuka yekê ya hozanvan Edgar Allen Poe jî
her li mezadê li New Yorkê bi 662 hezar û 500 dolaran hate firotin.
Pirtuka resen ku ji 40 laperên hozanan pêkhatîye li sala 1827ê hatîye
weşandin. Hejîyî gotinê ye 40 yan 50
kopîyêt wê pirtukê hatibûne çap kirin, belê evro bi tenê 12 ji wan dimînin.