Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firat Anli qala bûyerên Dîyarbakirê û doza girtina DTP-ê dike


Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Firat Anli serokê rexistina DTP ya Dîyarbekirê derbarê rewşa vê gavê li Dîyarbekirê û herêmê dipeyive û agahîyên pirtir dide. Birêz Anli dibêje, rewşa Dîyabekirê vê gave gelek xirabtir e û ev 15 roj in gelê me pir nerehet e jiber xirab bûna sîstema mÎmralîyê. Roja yekşembî, bi deh hezaran kes xwenîşandanê kirin jibo şermezer kirina rewşa Îmralî û polis bi tûndî êrîş birin ser gel û gelek kes birîndar bûn û xortekê 23 salî jî, jîyana xwe ji dest da.

Firat Anli rexne li serokwezîr Recep Tayyip Erdogan digire û dibêje hikûmet me Kurdan dixapîne û dixwaze Kurd tenê rûnin û tevli prosesa sîyasî nebin.

Li ser pirsa doza daxistina DTP’ê jî, birêz Anli dibêje, di îddîanamê de xencî axaftinên rêvebir, parlamenter û bajervanên me, ti delîl li hember partîya me tune ye. Lê, hiqûq vê gavê ketîye bin sîyasetê û wûsa xwane dibe ku wê partîya me bigirin. Hêvîdar im, dadgeh biryar bide ku DTP nêye girtin û peyvajo carekî din bimeşe lê heku parity me hate girtîn jî, emê her tekoşîna xwe bidomînin.

Gelî guhdarên delal, heku bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe, lînka destê rastê kilik bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG