Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aung San Suu Kyi digel karbidestekî hikumeta Burmî kom bû


Rêbera girtî ya piştevana demokrasîyê li Burma Aung San Suu Kyi evro çarşembîyê li mêvanxaneyeke dewletê digel karbidestekî pêwendîkirinê yê hikumeta leşkerî jibo 45 deqiqeyan kom bû.

Karbidest dibêjin ev kombûna digel Wezîrê Karî û karbidestê pêywendîkirinê yê hikumetê Aung Kyi li mêvanxaneyeke nêzî mala xelatwergira Nobelê xatun Aung San Suu Kyi bûye.

Yekser dîyar nebû ka di wê kombûnê de li ser çi hatîye axaftin belê ev kombûn ji meha deh-Cotmehê were heta niha ya sisê ye û piştî biryara heftîya buhurî ya dadgeha bilinda welatî ye ku bo cara dawî dadgeh bala xwe bide pêdaçûna li dijî girtina xatun Aung San Suu Kyi bo demeke gelek dirêj.

Ev 14 salên van 20 salên buhurî, hikumeta leşkerî ya Burmî her carê bi şiklekî nehiştîye ku xatun Aung San Suu Kyi ji girtinê rizgar bibe.



XS
SM
MD
LG