Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Iraqê dawa bêhnfirehîyê li xelkê kir


Her ku qanundaner û hevwelatîyên Iraqî nerazîbûna xwe li hember kêmasî û şaşîyên tenahîyê dîyar dikin, serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dawa aşbûn û bêhnfirehîyê li xelkê kir.

Rêzdar Malikî evro çarşembî ev axaftin kir, rojek piştî ku bi zincîreke hêrîşên bi bomba 127 kes li Bexda hatin kuştin.

Qanundanerên Iraqî daxwaz kirine ku karbidestên serekî yên tenahîyê roja pêncşembîyê derkevine ber parlamanê ku hesab bidin ka gelo hêrîşberên bi bomba careke din çewa karibûne têkevine nav paytextê.

Ji meha heyşt-Tebaxê heta niha li Bexdayê sê teqînên mezin qewimîne.

Ji Wezîrê Navxweyî Cewad El Bolanî yê ku wezareta wî berpirsyaretîya polîsên Iraqê dike tê xwestin ku derkeve ber parlamanê tevî Wezîrê Berevanîyê û serokê kiryarên leşkerî yê Bexdayê.

Hêrîşên roja sêşemê ji xwe re ofîseke Wezareta Diravî, Wezareta Karî û dadgehekê kiribû armanc. Karbidest dibêjin zêdeyî 400 kes birîndar bûne.



XS
SM
MD
LG