Rêkxistiya Saxlemiya Cîhanî roja Çarşembê ragehand ku ji ber kar anîna tutinê, her sal nêzîkî pênc milyon kes dimirin û çêdibe ev jmare zêdetir bît eger welat bizavên xort tir neken ji bo bersîng girtina cigare kêşanê.
Li nav raporteka li ser kar anîna tutinê, ajansa ser bi Netewên Yêkgirtî ragehand ku nêzîkî 95 li sedê ji xelkê cîhanê bi qanûnên berbend kirina cigare kêşanê na hêne parastin.
Rêkxistiya Saxlemiya Cîhanî da zanîn ku her sal nêzîkî 600,000 kesên ne cigar kêş lê dukêla cigara li dewir û berên xwe heldikêşin, dimirin.
Raporta rêkxistiyê çend stratejî diyar kirin ji bo kêm kirina cigare kêşanê, parastina xelkê ji dukêla cigaran, berbend kirina rêklamên cigaran, û zêdekirina bacê li ser berhemên tutinê.
Rêkxistiya Saxlemiya Cîhanî sala borî ev stratejiyê aşkira kirin, lê kêm tir ji 10 li sedê ji xelkê cîhanê li jêr parastina wan pilana ye.
Kar anîna tîtinê eke ji sedemên serekî yên mirinê ku bersîng girtina wê momkine û Rêkxistiya Saxlemiya Cîhanî pêşbînî dike eger welat bizavê neken, çêdibe kar anîna tutinê bibe egera mirina heşt milyon kesan heta sala 2030-ê, û piraniya wan li welatên pêşvediçin dijîn.