Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Xelata Nobelê ya bo Aştîye li Oslo wergirt


Serokê Welatên Yekgirtîyên Amerîka Barack Obama xelata Nobelê ya Aştîyê ya sala 2009 qebul kir belê herwisa got ew hêjta li destpêka hilgirtina "karê giranê cîhanî" ye.

Li rêûresma wergirtina xelatê li Oslo, Norwêcê rêzdar Obama got "serkeftinên wî gelek biçûk in li hember yên Nobel-wergirtîyên berê yên weku Martin Luther King Jr. û Nelson Mandela. Wî got bizavkarên ku li ser rêya parastina dadperwerî û rewatîyê "hatine zindanî kirin û lêdan xwarine," yên ku li seranserê cîhanê bizavkarîya mirovatî kirina ceng û şerran kirine, zêdetir mafê wan heye ku ev xelat wergirin.

Serokê Amerîka yê ku ev saleke li ser wezîfa xwe ye balê kişand ser ecêbîya wergirtina xelata Aştîyê ya Nobelê jiber ku ew xwe amade dike 30 hezar serbazên zêdetir bişîne bo şerrê li Afganistanê. Wî gote giregirên ku di rêûresmê de civîyabûn, şerrê dijî tora terorîstî ya Talîban û El Qaîde ne şerrek bûye ku Welatên Yekgirtî xwestîye dest pê bike, bi maneya ku ew bersiveke hêrîşên terorîstî yên 11ê Îlona 2001ê bûye li ser Welatên Yekgirtî.

Serok Obama herwisa mixabinîya xwe anî zimên li ser "rastîya girana ku dê li demê jîyana me şerr ji binî ranebin."

Wî beşeke axaftina rêberê mafên sivîl Martin Luther King, Junior, ya sala 1964 xwend ku di wê axaftina xwe jibo wergirtina xelata Nobelê ya bo Aştîyê Martin Luther King Jr. digot "tundûtûjî tucar aştîyeke herdem nayne." Belê serokî got di wezîfa wî ya serokatîyê de ew mecbûr e ku "cîhan çi be, rastîya cîhanê çewa be, ew bi wî awayî bibîne."

Rêzdar Obama herwisa behsa pêdivîya bi bizaveke dijî welatên ku peyman û qanuna navnetewî binpê dikin û dişkênin kir û daxwaz kir ku bizava dijî tundûtûjîyê "wisa xurt û qewî be ku karibe li dij helwesta xiraba li nav civaka navnetewî raweste û serkeftî be."

Rêzdar Obama got ew dê pareyê xelatê yê 1 milyon û 400 hezar dolaran bide rêkxistinên alîkarîyê.

Gelî guhdaran hûn dikarin li ser lînka li destê rastê herwisa guh bidine hin beşên axaftina serok Obama ku ji alî peyamhinêra Dengê Amerîka Paula Wolfson ve hatîye şandin.


XS
SM
MD
LG