Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdara li Fîlîpînê bi kêmîve 75 kes revandin


Leşkerê Fîlîpînê dibêje çekdara girtîye ser dibistaneke destpêkê li devereke dûr a başûrê Fîlîpînê û bi kêmîve 75 kes revandine ku piranîya wan zarokên dibistanê ne.

Karbidestên leşkerî dibêjin çekdara evro pencşembîyê rûniştevanên gundekî li ser girava Mindanao revandine.

Polîs dibêje 15 ji zarokên revandî piştre hatine berdan.

Çete û rêgir û milîsên ku dewletê çek daye destê wan û xirabkarên Musilman û yên Komunîst li ser başûra Fîlîpînê zêdegavîyan dikin.

Karbidest dibêjin polîs bi dû revînkaran ketîye ku xuya ye xelkê ku direvînin ji xwe re weku mertaleke parastinê bikar tînin.

Meha buhurî li parêzgeha Maguindanao 57 kes di karwaneke otomobîlên bo hilbijartinê de hatibûn kuştin. Ji wê demê ve ye heta niha desthilata li parêzgehê di bin qanuna şerrî de tê birêve birin.


XS
SM
MD
LG