Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Iraqê kempa Eşref çûl diket


Serokwezîrê Îraqê Nurî El-Malikî pilana xwe ragehand ji bo vegohastina cûdabîrên Îranî yên li kempeka Îraqê dijîn, wek pêngavek beref dûr kirina wan.

Li nav daxûyaniyeka li ser malperêkê hikûmeta Îraqê hatiye weşandin, Malikî got endamên Rêkxistiya Mocahedînî Xelq ya Îranê dê ji kempa Eşref li bakûra Bexdayê bo parêzgeha Muthanna hêne vegohastin.

Malikî hebûna cûdabîrên Îranî li kempa Eşref bi metirsiyeka mezin da nasîn ji ber têkeliyên wan yên dîrokî ligel Qayde û rêjîma berê ya Sedam Hûsênî.

Gropeka dûrî welat ya Îranî ser bi cûdabîran ve, li nav daxûyaniyeka roja Pêncşembê ragehand ku wan çi têkelî li gel Qayde nînin.

Nêzîkî 3,500 endamên Rêkxistiya Mocahedînî Xelq ya Îranê li kempa Eşref dijîn.

XS
SM
MD
LG