Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kimpanya Parastine ya Taybet Tevli Êrîşên Veşartî yên CIA bûye


2 rojnameyên Amerîkî dibêjin, karmendên kimpanya parastine ya taybet, ku berê bi navê Blackwater dihate nas kirin, tevli êrîşên veşartî yên Ajansa Agahdarî ya Navendî CIA bûne, bi mebesta desteser kirin û kuştina xirabkaran li Îraq û Afganîstanê.

Washington Post û New York Times dibêjin CIA, karmendên Blackwater, di êrîşan de bikar anîye, li dijî peymana heyî, ku parastin û ewlehîya sixûrên CIA ye.

Kompanya di bin lêpirsînê da bû, ji ber êrîşên 2007’ê ya Bexdayê ku 17 sîvîl hatîbûn kuştin. 5 zerevanên Blackwater ku parastina konvokyeke dîplomatîk dikirin, hatine dadgeh kirin, jiber peywendîyên wan yên gulle kirine.

Endamên Kongresê Amerîkî jî xem û fikarên xwe radigîhînin, jiber kar anîna kompanyayên taybet, di operasyonên hessas û girîng de.

XS
SM
MD
LG