Wezîrê Berevanî ya Amerîka Robert Gates dibêje, wî çaverê dike toleyên nû yên aborî li ser Îranê bêne danan, jiber bernameya navokî ya wî welatî.
Gates, vê daxûyanîyê roja Înîyê li Îraqê da, ku çend rêberên Rojava jî her wiha, hoşyarîya toleyên nû li hember Îranê didin.
Robert Gates got, rêka pêşî girtina Îraneke navokî, danana paketeke nû ye ku dest xistin û jidest berdanên Îranê bi zelalî werine eşkere kirin.
Wî lê zede kir û got, toleyên aborî li rê ne, heku Îranê rêbaza xwe neguhere û rekeftina Cotmehê bicîh neyîne.
Welatên rojava şik û guman hene ku Îran hewila çê kirina çêkên navokî dike lê Îran vê yekê înkar dike.
Di rûniştina Pencşemî ya Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî de, bolyozê Frensî Gerard Araud got, welatê wî pêşnîyareke nû ya toleyên aborî bike, heku Îran nikane îsbat bike ku bernameya wê ya navokî aştîyanê ye.