Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gates- Ereb û Kurd li Îraqê jêknegirtinêt navbera xwe çareser diken


Wezîrê berevanîya Amerîkî Robert Gates kombonêt coda kirin digel serok wezîrê Îraqê û serokê herêma Kurdistana Îraqê berî ko evro ji Îraqê derkevît.

Karbidestêt Amerîkî ko pişikdarî di kombonada kirî dibêjin Gates ji serok wezîr Nourî al-Malikî û ji serokê herêma Kurdistanê Massoud Barzanî xast da perlemanê nwî hukmeteka bi kiryar û zwî bi zwî damezrînît piştî helbijartinêt 7 heyva sê avdarê.

Demê Gates roja eynî digel hêzêt hewaîyêt Amerîkî nêzîkê Kerkukê komboy got ko kêşeya navbera Ereba û Kurda aloztrîn giriftarîye li Îraqê. Belê herdo alî diberdewamin li ser bizavêt xwe bo çareserkirina jêknegirtinêt xwe.

Her wesa got ko renge hêzêt hewaîyêt Amerîkî heta piştî moleta vekêşana hêzêt Amerîkî sala 2011 her liwêrê bmînin.

Di seredana xweya do rojîda wezîrê berevanîya Amerîkî digel rêzdar Barzanî serokê herêma otonomîya Kurdistanê li bajêrê Hevlêrê kumbo. Peyvdarê rêzdar Barzanî Fuad Hussein gote dengê Amerika rêzdar gates Barzanî agedarkir ko Serok Obama ew mêvan kirye bo Was,inton.

XS
SM
MD
LG