Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Taîlandî Dozê li hember 5 Gumanbar Vedikin


Karbidestên Taîlandî roja Yekşemê dibêjin, wan li hember 5 kesên dozê vekirine, ku hefteya borî li Bangkokê, bi firokeke tijî çêk û sîlahên Koreya Bakûrî hatine desteser kirin.

Ew çêk hatine vedîtin, piştî ku firok bo dagirtina şewitê li firîngeha Don Meang ya Bangkokê danabû.

Serokwezîr Abhîsît Vejjajiva roja yekşemê gote peyamhinêran, hîn jî naye zanîn firok ber bi ku derê ve rê ketîbû. Wî her wiha da zanîn, firok li ser navê Gurcîstanê hatîbû tomar kirin.

Karbidestên polis dibêjin, firok bi 35 ton çêk, mûşek, narîncok û sîlahên giran yên Koreya bakûrî dagirtîbû.

XS
SM
MD
LG