Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çêkdarên Fîlîpînî 47 Rehîne Azad Kirin


Karbidestekî Fîlîpînî dibêje, çêkdarên eşîrî roja Yekşemê 47 kesên dîlgirtî azad kirin, ku 3 rojan vir ve dest wan da bûn.

Cîgirê Fermandarê eyaleta Agusan del Sur, Santiego Cane got, ew kesên girtî hatine berdan piştî hikûmet soz da, wan dad neke, jibo tawana kuştina endamên eşîrên neyar.

Çêkdarên eşîra girava Mindano, roja Pencşemê li xwendîngeheke bajaroka Prospreidadi 71 kes dîl girtîbûn û 24 ên wan berê azad kirîbûn.

Serokê çêkdaran Ondo Perez daxwaz ji hikûmet kir ku doza hember wan pûç bike û grûba hevrik jî bêçêk bike. Wî grûba Tubay ya neyar bi kuştina 6 xwîşk û birayên xwe tawanbar kirîbû.

XS
SM
MD
LG