Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê çiyagerên Amerîkî dê li Îranê bihêne dadgehî kirin


Wezîrê Derve yê Îranê dibêjit her sê çiyagerên Amerîkî dê bên dadgehî kirin. Ew sê Amerîkî hatine girtin piştî ji tixobê Îraq ê ve derbazî nav Îranê bûn.

Menûçêhir Mottekî roja Duşembiyê li Tehranê negot ka kengî ew dadigehîkirin dê birêve biçit. Mottekî dazanîn ew Amerîkî bo meremên bi goman çûne nav Îranê. Îran ew bi sîxoriyê tometbar kirine.

Ew sê hevwelatiyên Amerîkî li 31 ê meha 7 li ber hindê ku bi neqanonî çûbûn nav Îranê hatin girtin, piştî we xoya ew bi şaşî li tixobî der baz bûn demê li Bakûra Îraq ê li çiyayan digeriyan.

Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton daye zanîn ku Washington bawir diket çi belge nîne piştgîriya çi tometan li dijberî wan sê çiyagerên bikit.

XS
SM
MD
LG