Karbidestên Pakistanî dibêjin bi sedema peqîna otombîlekê li naverasta Pakistanê bi kêmî ve 18 kes hatin kuştin.
Karbidest dibêjin hêrişa roja sêşembî li bazareka bajerokê Dêra Xazî Xan, nizîkî mala siyasetvanekî, hat kirin.
Li hêrişên çekdaran ewêy meha 10, bi kêmî ve 500 kes li Pakistanê hatin kuşin.
Karbidestên Pakistanî dibêjin hêrişên çekdarên Îslamî li bersiva operasyona leşkerê Pakistanî ye li herêma Wezîristana Başûr.
Li heftiya bûrî, serok wezîrê Pakistanê got operasyona sê-mehî li Wezîristana Başûr serkeftî ye. Karbidest her weha dibêjin renge leşker operasyoneka nu bo ser herêma Orakzay dest pê bike.