Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li peqînên Bexda û Mûsilê bi kêmî ve heşt kes hatin kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin di jimareka hêrişan de li paytexta Îraqî û bajêrê Mûsil bi kêmî ve heşt kes hatin kuştin.

Polîsê Iraqî ragehand ku sê otombîl roja sêşembî li naverasta Bexda peqîn û çar kes hatin kuştin û 14 kesên dî birîndar bûn. Ew hêriş nizîkî balyozxana Îranê, wezareta derve û wezareta kûçberî hat kirin.

Li Mûsilê, du otombîl nizîkî dêrên Kiristiyanan hatin peqandin û bi kêmî ve çar kes hatin kuştin û 40 kesên din birîndar bûn.

Bo pêzanînên pitir derbarê peqînên Mûsilê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike; raporta peyamnêr Emîr Goran li Mûsilê.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG