Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûcahidînê Xelq kempa Eşref çûl naket


Endamên rêkxistiya Mûcahidînê Xelq ya Îranî kempa Eşref li Îraqê çûl nakin, herçende hikûmeta Bexda fermana girtina wê kempê daye.

Karbidestên parastinê yên Îraqî roja sêşembî dîsa çûne kempa Eşref, 80 kîlometra li bakûra Bexda, da moleta dawiyê bidin akincîyên kempê.

Hikûmeta Îraqî ferman daye Mûcahidînê Xelq ku kempa Eşref çûl bikin û biçine kempeka dî li parêzgeha Mûsena li başûra welatî.

Bo demê 20 salan e nizîkî 3,500 endamên Mûcahidînê Xelq wê kempê akincî bûne.

XS
SM
MD
LG