De hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nivîskar û rojnamevan Seyîdxan Kurij qewimandinên vê dawîyê li Tirkîye dinirxîne û derheqa biryara vekêşana grûba DTP ji parlemana Tirkîye û paşeroja sîyeseta kurd li wî welatî disekine.
Rêzdar Kurij dibêje, ew li dijî girtina DTP ye û wê yekê şermezar dike, lê divê DTP jî kêmahîyên xwe bibîne; sîyaseteke dorteng meşandîn û her dem Îmralî wekî navnîşana danûstandinan nîşan dan. Heku ew bi xwe sîyasetê nakin, çima hatine meclîsê?
Seyîdxan Kurij her wiha rexne li rêvebirên DTP dike û dibêje, tenê ligel partîyên çepger yên tirkan hevkarî kirin û ti girîngî nedan partî yên din yên kurdan.
Guhdarên hêja, heku bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe li lînka destê rastê kilîk bikin.