Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr hîvî dike Çîn rolekê mezintir bibîne li pirsa Koreya Bakûr


Çîn û Koreya Başûr soz dan ku bizavên xwe zêde bikin ji bo çareser kirina kêşa navokî ya Koreya Bakûr.

Herdu welatên cîran roja pêncşembî peyman dan, li kombûna serokê Koreya Başûr Lee Myung bak ligel Cîgirê serokê Çînê Zî Jinping li Sî'olê.

Di beyannamekê de serokê Koreya Başûr got ew hîvî dare ku Bêyjing li sala 2010 rolekê mezintir bibîne ji bo razî kirina Koreya Bakûr da dest ji bernama navokî berde.

Çîn mezintirîn hevalbend û hevkara bazirganiya Koreya Bakûr e.

Ji layê xwe ve, cêgirê serokê Çînê dawa li Koreya Başûr kir têkeliya xwe ligel Koreya Bakûr ya komûnist pêşde bibe ji bo parastina tenahiyê li nîv girava Koreya.

XS
SM
MD
LG