Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Pakistanê daxaza dest ji kar kêşana serok Zardarî dike


Partîyên opozisyona Pakistanê dawa li serok Asif Elî Zardarî diken dest ji karî vekêşît, piştî dadgeha Pakistanê biryar da ku mafê parastinê nedete serok û karbidestên diyên bilind ji xetabar kirina wan bi tometa gendeliyê.

Dadgeha bilind roja çarşembî ragehand ku kanûna binavê Fermana Aştbûna Niştîmanî, ku mafê parastinê ji tometan didete nizîkî heşt hizar siyasetvan û bîrukrat û xwedankaran, berûvajiya destorê Pakistanê ye.

Ragehandina dadgeha bilind rêkê xweş dike ku siyasetvanên bilind û alîkarên nizîkî serokî bi gendelî û tawankariyên dî bên xetabar kirin.

Endamên Partîya Komkara Musliman–Nawaz ya opozisyon dawa dest ji kar kêşana wî dikin.

Serokê berê Pervîz Muşeref li sala 2007 Fermana Aştbûna Niştîmanî nasand, weke pişkeke rêkeftina wî ya dabeş kirina desthelatê digel hevjîna birêz Zardarî, Benazîr Bhutto.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG