Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Amerîka rêkeftineka nû ya çekên navokî gîrû dike.


Wezîrê derve yê Rûsî, welatên Yekgirtîyên Amerîkî xetabar dike bi gîrû kirina rêkeftineka nû ya taybet bi çekên navokî.

Sergei Lavrov dibêje ku bawer nakit ew rêkeftin li dema kombûna serokê Rûsî Dimitrî Mdvedev û serokê Amerîkî Barack Obama roja eynî li Copenhagen bihêt mor kirin.

Amerîka û Rûsya li Jinêva danûstandinê dikin ji bo dariştina rêkeftineka nû da cihê Rêkeftina Stratîcîk ya Kêm Kirina Çekan bigrît ku sala 1991 hat mor kirin û bi START dihêt nasîn.

XS
SM
MD
LG