Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama li konferansa Copenhagen amade dibit


Serokê Amerîka Barack Obama gote rêberêt cîhanê li roja heynî roja dûmahiyê ya konferansa gûherîna Seqayê Dunyayê li Copenhagen, demê hindêye ku welatêt cîhanê liser armancekî rêk bi kevin.

Pis,tî danustandêt du heftiyan, çi rêkeftin nehatine kirin liser kêm kirina gazêt bi ziyan, ku gelek zanyar dikene binasêt germ bûna cîhanê.

Raportêt deng û basan dibêjin naveroka rêkeftinê ko renge bête gûherîn behsê hindê naket ku welatêt sazkar bi pileyeka zêde gazêt bi ziyan kêm
biken.

Jiber ko hindek welat we hest diken ko Amerîka têra xwe bizavê naket, rêzdar Obama got, pêtviye rêberêt cîhanê bi wê rêkeftinê razî bin, heta heke kêmasî têda hebin. Sekerterê Gis,tî yê Netewêt Yêkgirtî Ban Kî moon roja Heynî rijdî li nûnerêt konferansê kir liser armanceka hevpis,k rêk bi kevin.

XS
SM
MD
LG