Îraq daxazê li hêzên Îranê diket dem û dest xwe ji çavkaniyek petrolê li herêmek kêşe li ser bi dirêjiya tixobê her du welatan paşde bikêşit.
Peyvdarê hikûmeta Îraqê Elî El- Debbax got dest biserde girtina meydana petrola Fakka ji alê serbazên Îranê ve zêdegavî ye li ser serweriya wî welatiye. Wî got Îraq dixazit çareseriyek aştiyane û diplomatic bo wê aloziyê hebit.
Karbidestên Îraq ê dibêjin grûpek 11 kesî ya serbazên Îranî roja Eynî ji tixobî derbaz bûne û alaya xwe li ser meydanek petrolê hildane, çend sed metran dûr ji tixobî, li demekê ku hikûmeta Îraqê ew nîşan û pawan kiriye.
Ajansa deng û basên Mêhr ya Îranê ji kompaniya ya petrola niştîmaniya Îranê veguhastiye ku red diket sebazên Îranê ji tixobî derbaz bibin.