Qûmanderekî bilind ye Amerîkî dibêje, welatên Yekgirtî bibiryar e ku hêzên xwe ji Îraqê vekêşîne, piştî hilbijarinên giştî ya meha Adarê.
Washington, plan dike ku hêzên xwe, heta meha 8 Tebaxê ji 115 hezaran daxîne 50 hezaran û heta 2010’ê jî, bi temamî jî wî welatî derkeve.
Serokê hêzên hevpişk Admîral Mike Mullan gote rojnamevanan ku dereng xistina hilbijartinan li Îraqê, ti bandoreke neyînî li ser vekêşana Amerîka nake.
Mullan wê daxûyanîyê, dema seredana xwe bo bingeheke leşkerî ya Amerîka kir, li nêzîkî bajarê Nasirîye. Mullan her wiha ligel rêberên hêremî yên Îraqî kom bû û behsa girîngîya hevkarîyê kir bo aramîya Îraqê.