Serokê Afganîstan Hamîd Karzaî berendamên kabîneya xwe nû pêşkêşî parlemanê kir. Ava kirina vê hikûmetê, ji alîyê gelek kesan ve nîşana biryardarîya reformên Karzaî têne dîtin, piştî jinûve hilbijartina wî, li paş hilbijartinên kêşebar.
Parlemana Afganîstanê, divê gotûbêjan li ser vê lîsteya nû bike û erê bike da ku hikûmet bi fermî destbi karê xwe bike.
Di lîsteya nû de, wezîrên navxweyî, berevanî û darayî yîn kabîneya berê jî cîh digirin.
Welatên rojava giwaştinan li ser birêz Karzaî dikin ku, pêşî li dizî û perê xwarin bigire. Ew her wiha, gefeya rawestandina alîkarîyê û vekêşana hêzên leşkerî ji Afganîstanê dikin, heku Karzaî daxwaza wan bicîh neyîne.
Li alîyê din, hêzên pir-netewî li Afganîstanê dibêjin leşkerekî Amerîkî di encama bombeyeke ser rêkê de hatîye kuştin, li başûra wî welatî.