Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Îranî: Bi sedan hizar kes li taziya Ayetollah Montezirî amade bûn. 


Malperên opozisyona Îranê radigehînin ku bi sedan hizar kesan pişikdarî li rê û resma taziya Ayetollah Hûsên Elî Montezirî kirin.

Raportên mapleran radigehînin ku jimareka zora pişikdaran diruşmên dijî hikûmetê didan û alayên kesik bilind kirbûn li demê rê û resma taziyê li bajêrê pîrozê Qumê. Kesk rengê opozisyonê Îranî ye.

Jimara kesên pişikdar ji layê alîyên serbixwe ve nehatiye pişitrast kirin. Rêk bi dezgehên ragehandinê yên biyanî nehatiye dan biçin Qumê.

Termê Ayetollah Montezirî li mezargeheka Qumê hat veşartin, piştî şeva şembî û li jiyê 87 salî koça dawî kir.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, nivîser û rojnamevan Şehab Şêxî basê jiyan û mirina Ayetollah Montezirî dike.

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Canî Dîlan bi birêz Şêxî re, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG