Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnameka dî ya reformist li Îranê hat berbend kirin


Ajansa nûçeya nîv-fermî ya Îranê, Fars, radigehîne ku karbidestên Îranî rojnameka dî ya reformist girt.

Ajansa Fars ragehand ku rojnama Andîşeyê Nû roja Duşembî ji layê komîteyeka ragehandina Îranî ve hat girtin.

Karbidestên Îranî li meha 10, sê rojnamên Îranî girtin ji ber rexnên wan li serok Mehmûd Ehmedînejad. Navê wan rojnaman, Ferhengê Aştî, Arman û Telîlê Roz e.

Li demê şeş mehên bûrî jî, hikûmeta Îranê fermana girtina jimareka ajans û navendên ragehandinê dan ku piraniya wan rexne arastê serok Ehmedînejad dikir.

XS
SM
MD
LG