Perlemanê Sudanê qanûneka taybet bi refrandoma sala 2011 li ser egera serbixwî ya başûra welatî pejirand.
Ew qanûn roja sêşembî hat pejirandin, herçende endamên opozisyona başûra welatî kombûna perlemanî hêlan, wekê derbirîna nerazî bûnê biramberî wê qanûnê.
Endamên Bizava Azadiy Gelê Sudanê û partên dî yên başûrê, li dijî bendeka wê qanûnê bûn, ku rêkê dide başûrîyên li bakûra Sudanê dijîn bêy amade bûn li bingehên dengdanê, dengên xwe bidin.
Refrandoma sala 2011 beşeke li rêkeftina aştîya sala 2005, ku şerê navxweyî nêvbera bakûr û başûra welatî bi dawî anî.