Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema peqîna bombekê li dervey dêrekê li bajêrê Musil, bakûra Îraqê, bi kêmî ve du kes hatin kuştin û pênc kesên din birîndar bûn.
Karbidest dibêjin ew bomb li nav erebanekê nizîkî dêra St. Thomas hatibû veşartin.
Bi layekê dî ve, bi sedema peqîna bombekê li nav otobîsekê li bakûra Bexda bi kêmî ve yek kes hat kuştin û sê kesên din birîdnar bûn.
Çekdarên Îslamî zor caran Kiristîyanên Îraqî dikin armanc ewêy destpêka şerê Îraqê li sala 2003. Jimareka zora Kirstîyanan hatîne neçar kirin li Îraqê nemînin.