Kurê Osama Bin Ladin dibêje endamên malbata rêberê El-Qayde li cihekê nepenî li Îranê dijîn.
Rojnamên The Times ya Berîtanî û Al-Şarq Al-Awsat ya Erebî, ku herdu li Londonê dihên çap kirin, li ser zimanê Omer Bin Ladin radigehînin ku şeş ji kur û keçên Osama Bin Ladin û yek ji hevjînên wî li Îranî dijîn.
Omer Bin Ladin dibêje endamên malbata wî li Afganistanê bûn, lê piştî hêrişên teroristî yên 11-ê îlona sala 2001 bo ser Amerîka li wî welatî revîn.
Kurê Bin Ladin dibêje jin û zarokên Osama Bin Ladin nizîkî Tehranê hatin desteser kirin piştî çûne Îranê.
Omer her weha got ku xuşka wî, Îman, şiyaye xwe bigehîne balyozxana Erebistana Saudî li Tehranê û li balyozxanê dijît.
Televizyona El-Cezîre li malpera xwe ya Internetê ragehand ku wezareta derve ya Îranê red dike ku encamên malbata Bin Ladin li Îranê bin.