Kompaniya Ford ya Amerîkî bo otombîlan razî bûna xwe ragehand biramberî piraniya bendên rêkeftina firotina Volvo bo kompaniya Geely ya Çînî.
Raportên nûçeyan radigehînin ku Geely bi du milyar dollaran Volvo-yê dikirît û çaverê dihêt kirin li sala 2010 rêkeftina firotinê bihêt mor kirin.
Geely mezintirîn kompaniya taybet ya otombîla ye li Çînê.
Ford li sala 1999 beşê otombîlên kompaniya Volvo ya Swêdî kontrol kir.