Leşkerê Tirkîyê red dike ku du serbazên wê çi têkelî hebin bi pîlana kuştina cêgirê serokwezîrê welatî.
Raportên rojnameyan dibêjin ew serbaz roja Çarşembiyê hatine girtin, liber hebûna pêwendiyê bi pîlanekê re li dijberî cêgirê serokwezîrî, Bulent Arinc.
Leşker di nav ragehandinekê de ku roja Çarşembiyê belav kir, wan raportên rojnaman red dike. Ew dide zanîn ku her du zelam hatine azad kirin piştî otombîl û malên wan hatin pişkinîn. Polîsê Tirkiyê çi çek peyda nekirîne, lê dest bi ser komputer û amîrên tomar kirinê girtine.
Leşkir didet zanîn, ew serbaz wextekî hatine girtin ku mijûlî lêkolînek fermî bûn li ser karbidestek leşkirî, yê goman tê kirin zaniyariyên nepenî dirkandibin yan belav kiribin.