Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

27 kuştî û pitirî 100 kesan birîndar, di encama çend êrîşan de li Îraqê


Karbidestên Îraqê dibêjin roja Pêncşembî çend êrîş li seranserî welatî çêbûn.Di encama wan êrîşande , alê kêm 27 kes hatin kuştin û pitirî 100 kesên din jî birîndar bûn,ku dinav de ziyaretvanên Şî'e jî hebûn yên jibo rê û resmek ulî kom bibûn.

Karbidest dibêjin peqîna du bombeyan li nêzîk wêstgeha basê li navenda bajarê Hillah, 13 kuştî û pitirî 73 birîndar li pey xwe hêlan. Bombeya duhem ji wan du bombeyan demekê paqî ku karkerên rewşa tengaviyê gehiştin cihê bûyerê. Endamek civata parêzgehek Îraqê jî di nav qorbaniyan de bû.

Paqînek li nav rê û resmek serexoşiyê li deverek pirranî Şî'e ya bajarê Sedir çêbû. Di encama wê êrîşê de alê kêm 5 kesan hatin kuştin û 22 yên dinjî birîndar bûn.

Li başûra Bexdayê jî peqîna bombekê bû egera kuştina 9 ziyaretvanên Şî'e û birîndar bûna 10 kesên din.

XS
SM
MD
LG