Talîban Vîdyoyekê Nîşan da têda Serbazekî Americî diyar dibit berî nêzîkî şeş mehan li Afganistanê hatîye girtin.
Di wê vîdyo de îro heynî hat nîşandan ew zelamê kûmê hesinî liserî, bi kincên leşkerî û berçavkên rojê xwe da naskirin bi Bowe Bergdahl ê 23 salî. Wî hoşdarî da û got Afganistan dê ji America re bibit Vêtnamek dî eger gelê America î nerabit ser xwe û vê gewdeyê ne rawestînit. Wî her wesa got serederya mirov bi rûmet di gel wî hatîye kirin.
Her di vîdyo da peyvdarê Talîban (Zabihullah Mujahid) daxwaza lêkgûhertina girtîya kirîye.
Hêşta ne diyare ka ew vîdyo kengî hatîye tomar kirin, belê IntelCenter, navendeka çavdêrîya tîrorê ye li America dibêjit şiroveyên pêşîn xwya dikin ew zelamê di vîdyoê de serbazê America ê ye bi nave Bowe Bergdahl.