Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê xwenîşander û polîs pevçûn. 


Jêderên opozisyona Îranê dibêjin hêzên hikûmetê tevî xwenîşanderên dijî hikûmetê pevçûn. Ewa li demekê de çêbû xwenîşander jibo rê û resma Aşûra li paytextê Îranê kom bibûn.

Malperên reformîstan dibêjin polîsê dijî aloziyê roja Şembiyê gaza rondik rêj bikar anî bo lev belav kirina xwenîşanderan li navenda Tehranê.

Şahid dibêjin hinek xwenîşander hatine lêdan yan girtin, û polîsê dijî aloziyê şoşeyên wan otombêlan di şikandin ku li wê derê derbaz dibûn.

Malpera deng û basên rêformîstan ,rahesebz, raportê dide ku dinav bizavekê de bo hindê nekevin destê polîsê aloziyê, bi sedan xwenîşander suwarî basên hat û çûnê liser şeqamên Tehranê digeriyan û ji penceran ve drûşim digotin.

Ew raport rojekê piştî hingî hatin ku melayê tundrê Ehmed Xatemî huşdarî dabû xwenîşanderan rê û resma Aşûra nekin meydana rê pîvanên nerazî bûnê li dijî hikûmetê.

XS
SM
MD
LG