Polîsê Îraqê got teqîna bombeka ser rêkê li Baxdayê îro Şemiyê bi kêmî dû kes kûştin pişikdarî di rê û rismên bîrewerîya Aşûra ya Mûsilmanên Şî’a da dikir. Di wê hêrîşa li rendeka Baxdad Cedêde 8 kesên dî birîndar bûn.
Karbidestên Îraqê rewşa parastinê tûnd kirîye li demê sedan hezar oldarên Şî’a berev peristgeha bajarê pîrozê Karbela yê Îraqê diçin jibo bîrewerîya Aşûra. Oldarên Şî’a hersal seredana wî bajarê pîroz dikin jibo bîrewerîya kûştina neviyê Mûhamed Pêxember li sed sala heftê.
Di vê heftîyê de jimareka oldaran di hêrîşên cûda cûda de hatine kûştin. Dûhî heynî, teqîna bombeka ser rêkê 6 Şî’a li rendeka Medînet Al Sadir li rojhilata Bexdayê kûştin.